Skip to main content

Torên civakî yên ku ne ji bo firotinê ne.

Pêdivî ye ku rojeva te bi tiştê ku ji te re pir girîng e tije be, ne ku şîrketek biryar bide ku tu çi bibînî. Tora civakî ya radîkal cuda, vedigere destê mirovan.

Rojeva xwe kontrol bike

Tu çêtirîn dizanî ku tu dixwazî li ser rojeva xwe çi bibînî. Ne algorîtma ne jî reklam tune ku demê te winda bike. Li ser her kîjan rajekarek Mastodon ji yek ajimêr her kîjan kes bişopîne û şandiyên wan bi rêza kronolojîk bibîne, û quncika xwe ya înternetê hinekî wekî xwe bike.

Pêbaweriya şopînerên xwe ava bike

Mastodon derfeteke bêhempa dide te ku tu şopînerên xwe bêyî navbeynkar bi rê ve bibî. Mastodon ku li ser binesaziya te hatiye bicîhkirin dihêle tu rajekarekek din ya Mastodon serhêl bişopînî û ji bilî te wê ne di bin kontrola tu kesî de be.

Afirîneriya bêhempa

Mastodon piştgirî dide şandiyên deng, vîdyo û wêne, danasînên gihîştinê, anket, hişyariyên naverokê, avatarên anîmasyon, emojîyên kesane, kontrolkirina wêneyên biçûk û hîn bêtir, da ku ji te re bibe alîkar ku tu xwe li serhêl diyar bikî. Her çi hunera xwe, muzîka xwe, an podcasta xwe diweşînî, Mastodon ji bo te li vir e.